Bahoza tropîkal a Cristobal, Bahoza mederî ya Cristobal (bi inglîzî: Tropical Storm Cristobal) ji Bahoza tropîkal a Colin a ku di 5ê hezirana sala 2016an de qewimiye derbastir bûye û li Okyanosa Atlantîka Bakur dibe bahoza sêyem. Cristobal yekemîn sîklona tropîk a Atlantîk e ku di meha hezîranê de ji sala 2017an û vir piştê Bahoza Cindy tê û yekemîn sîklona tropîk a hezîranê ye ku ji sala 2016an û vir ve li Meksîkê dadikeve perçeya bejahiyê. Bahoza Cristobal bahoza sêyem e ku demsala bahoza atlantîk a sala 2020an de pir çalak e. Cristobal di 1ê hezîranê de li ser Gola Campeche ji bermayên Bahoza tropîkal a Amanda ya li Pasîfîka Rojhilat pêk hatiye. Bahoza Cristobal, di 3ê hezîrana 2020an de saet di 13:35 UTC de li eyaleta Campeche derbasî perçeya erdê dibe û bi bayê domdar ê 95 km/s li seranserê herêmê bûye sedema barîna baranê. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.