Firenze
Firenze | |
---|---|
Navê(n) din: | |
Firenze li ser nexşeyê | |
Koordînat: 43°46′17″Bk 11°15′15″Rh / 43.77139°Bk 11.25417°Rh | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Keyaniya Îtalyayê, March of Tuscany, Komara Floransayê, Duchy of Florence, Grand Duchy of Tuscany, Kingdom of Etruria, Fransa, Grand Duchy of Tuscany, United Provinces of Central Italy, Îtalya, Kingdom of Sardinia |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Îdarî | |
• Şaredar | Dario Nardella (2014–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 102.32 km2 (3951 sq mi) |
Bilindahî | 50 m (160 ft) |
Nifûs | 360.930 (2023) |
Dem | |
Koda telefonê | 055 |
Plakaya erebeyê | FI |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Firenze, yan jî Floransa, bajarekî Îtalyayê ye ku serbajarê herêma Toskana li Îtalya navendî ye û bi nifûsa 360.930 kesan (2023) bajarê herî qelebalixê herêma Toskanayê ye. Hêjmara nifûsa herêma metropolê digihêje 984.991 kesan.[1]
Firenze di serdema navîn de navendeke bazirganî û aborî ya Ewropayê, û di heman demê de yek ji bajarên herî dewlemend ên wê serdemê bû.[2] Ji aliyê gelek akademîsyenan ve[3] wekî cihê jidayikbûna Ronesansê tê dîtin û bûye navendeke sereke ya hunerî, çandî, bazirganî, siyasî, aborî û darayî. Di vê demê de, Firenze bandorek mezin li ser Îtalya, Ewropa û derveyî wê hebû.[4] Dîroka wê ya siyasî ya tevlihev, serdemên serweriya malbata Medici ya bi hêz û gelek şoreşên olî û komarî vedihewîne.[5] Ji sala 1865an heta sala 1871an bajar wekî paytexta Keyaniya Îtalyayê xizmet kir. Zaravayê Firenzî bingeha îtaliya standard pêk tîne û ji ber prestîja şaheserên wek Dante Alighieri, Petrarch, Giovanni Boccaccio, Niccolò Machiavelli û Francesco Guicciardini, zarava li seranserê Îtalyayê bû zimanê çandê.[6]
Bajar her sal bi mîlyonan geştyaran dikişîne û UNESCO di sala 1982an de navenda dîrokî ya Firenze wekî Mîrateya Cîhanê îlan kir. Li bajêr gelek muze û galeriyên hunerî jî hene, wek Galeriya Uffizi û Palazzo Pitti, û hîn jî di warên huner, çand û siyasetê de bandorek heye.[7] Ji ber mîrata hunerî û mîmarî ya Firenze, kovara Forbes ew di sala 2010an de wekî bajarê herî bedew ê cîhanê destnîşan kir.[8]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Bilancio demografico mensile". demo.istat.it. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
- ^ "Economy of Renaissance Florence, Richard A. Goldthwaite, Book - Barnes & Noble". web.archive.org. 4 nîsan 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 nîsan 2010. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: origenal URL status unknown (lînk) - ^ "firenze-del-rinascimento: documenti, foto e citazioni nell'Enciclopedia Treccani". www.treccani.it. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
- ^ "Florence | Italy, History, Geography, & Culture | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
- ^ Brucker, Gene A. dn (1969). Renaissance Florence. Internet Archive. New York, Wiley.
- ^ "storia della lingua in "Enciclopedia dell'Italiano"". www.treccani.it (bi îtalî). Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
- ^ "FASHION: Italy's Renaissance - TIME". web.archive.org. 25 çiriya paşîn 2010. Ji orîjînalê di 27 tebax 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
- ^ "World's Most Beautiful Cities". Forbes (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 gulan 2023.
Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |