Content-Length: 115195 | pFad | https://ku.wikipedia.org/wiki/A%C3%AEas

Aîas - Wîkîpediya Here naverokê

Aîas

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Aîas
Αἴας , Aíās
Xwekuştina Aîas li ser firaqeke şerabê - Vîllaya Getty b.z. 490
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstÎlyada
ZayendNêr
Festîvalsuicide of Ajax Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
JidayikbûnNayê zanîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
Zarok
  • Eurîsakês
  • Fîleos
  • Aiantîdês Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Aîasê xemgîn, bi destê Asmus Jacob Carsten (1791)

Aîas an jî Aîasê Mezin lehengekî Şerê Troyayê, kurê Telamon û Perîboeayê.

Şerê Troyayê da

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aîas kesekî wêrek, bihêz û heman demê de xwedî aqilê şerê jî bû. Leşkerên xwe ra ferman da ku mertalên tunc û heft cara laşên çêlekê wêranî bi kar bînin. Sedema giringiya Aîas, ew tu car xwedawendan alikarî nestandibû û tu carê birîndar jî ne bibû.[1]

Ji bilî kesên din Aîas di şer de ne erîşkirinê, di parastinê dihat xuyakirin. Bi taybetî şerê nêzîkê keştîyên akayiyan û parastina laşê Patraklosê da cihek girîng girt. Ew agahiyên paşketina akayiyan û erîşên siwariyên troyayî dibêje her kesê.[1]

Dema Axîleûs ji aliyê Parîs tê kuştin, Aîas û Odîseûs bi hevre ji bo filitandina laş û çekên wê êrîşekî li hember siwariyên Troyayê diken. Laş û çekên Axîleûsê ji destê troyayiyan xilas diken û wan tênin keştiya.

Piştî şîna Axîleûs Aîas jî Odîseûs jî dixwazin mertala Axîleûs yên wan bî. Ji ber ku ew mertal aliyê Hêfestos li Çiyayê Olîmpêyê hatibû çêkirin. Aîas û Odîseûs pêşbaziyek navbeyna xwe da çêkirin. Aîas bi hêzbûna xwe û xilaskirina keştiyan, îdîaya destxistina mertalê xurttir dikir. Lê Odîseûs xweşik bûna axaftina xwe û heman demê de alikariya Atênêyê jî, biryara konseyê aliyê wê dibe. Konsey mertalê dide Odîseûsê. Aîas vê yekê pir aciz dibe dixwaze ku tola bistîne.

Aîas dema akayî radizên erîşê wan dike lê Atênê nahêle hişê wê şaş dike, pezên destketî wek hêzên akayiyan dibîne û wan dikuje. Sibeyê vê yekê dibîne pir poşman dibe. Tekmessayê ku nava şer de kir bû jina xwe û zarokekî wan jî hebû ba wê bû, lava kir Aîas xwe nekuje. Lê Aîas gotina wî nekir xwe avête ser şûrê Hektor ji wê ra diyar kirî û mir.[2]

Xwekujiya Aîas, resimê bi boyaxa zeytê, bi destê Niccolas Poussin (1594)

Piştî mirina Aîas Agamemnon û Menelaos qebûl nakin ku laşê wê bête binaxkirin. Lê birayê wê Teucer vê yekê qebûl nake û bi alîkariya Odîseus jî Key Agamemnon û birayê wê vê fikrê berdiden. Aîas li wir tê weşartin.[2]









ApplySandwichStrip

pFad - (p)hone/(F)rame/(a)nonymizer/(d)eclutterfier!      Saves Data!


--- a PPN by Garber Painting Akron. With Image Size Reduction included!

Fetched URL: https://ku.wikipedia.org/wiki/A%C3%AEas

Alternative Proxies:

Alternative Proxy

pFad Proxy

pFad v3 Proxy

pFad v4 Proxy