Gola Nemrûdê yan jî Gola krater a Nemrûdê, duyem gola krater a herî mezinê li Cîhanê ye û gola krater a herî mezinê li Kurdistanê ye. Gola krater a Nemrûdê, navê xwe ji çiyayê Stratovolkan a Nemrûdê wergirtiye ku di encama teqîneke volkanîk de li ser heman çiyayê çêbûye. Gola Nemrûdê li rojavayê Gola Wanê di navbera navçeyên bi ser parêzgeha Bidlîsê, navçeyên Tetwan, Xelat û Norşîn de ye. Kratera Nemrûdê ku di encama teqînên volkanîk a li nemrûdê pêk hatiye, firehiya jorîn a kraterê 48 km² ye û rûberê kraterê jî 36 km² ye. Krater jiber xwezaya xwe ya taybet her sal di mehên havînê de dibe cihê rawestgeheke geştyarî. Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Kûrahiya golê bi navînî bi qasî 100 mêtre ye û xala golê ya herî kûr 176 mêtre ye. Germav û kaniyên germ ên li dora golê nîşaneyên herî dawî yên çalakiyên volkanîk in. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1947 – Îngilistanê, diyar kir ku divê filistînî û îsraêliyan ji dahatûyên xwe re ew bi xwe biryarr bidin, ji ber vê yekê jî qerar da ku hêzên xwe ji Filistînê vekişîne.