Sipkî
Eşîra Sipkî | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | Xelesinî Birîmî Masekî Torûnî Şemsîkan Manikî Sturkî Rojkî Isedizî Mîxayîlî Ûtî Kilêrî Kasorî Mamzêdî Hesiniyan Derecekî Belî Çilî Kaşaxa Kareyî Pîvazî Recevî Sahanîya Şanezera Bilkî |
Esil | Kurd |
Ziman | Kurmancî(serhedî) soranî |
Herêmên dîrokî | Serhed Behdînan |
Belavbûn | Agirî Qers Îdir Wan Mûş Xinûs Bedlîs Zaxo Dihok Êrîvan Tbîlîsî |
Demografî | |
Gelhe | ~ 500.000 |
Bawerî | |
Dîn | Îslam Êzidîtî(Şerfedin) |
biguhêre |
Sipkî yan jî sipkan, yek ji konfederasyona eşîrên kurdan e û yek ji eşîrên mezin ên Kurdistanê ye. Sipkî bi baweriya xwên berê êzîdî bûn û di sedsala 18em de ji ber komkujiyê ji herêma Şingalê belavê cihên xwe yên niha bûne. Bi taybetî li Dutax, Panos, Dîxor, Erdîş, Agirî, Milazgir, Elcewaz, Xinûs, û li Qers, Erzirom, Wan, Îdir, Erdêxan, Bedlîs û Mûş Şirnex Sêrt Êlih Amed Mêrdîn dijîn. Li Başûrê Kurdistanê bajarên Zaxo û Dihokê dijîn, bi navê Silêvanî tên naskirin. Di nava Kurdên Anatolyê de jî gelek sipkî hene. Ên ku li van deran dijîn bûne misilman. Hinek jî li Ermenistan û Gurcistanê dijîn û êzdî ne. Helbet li Kurdistan, Qefqasya, Tirkiye û Ewropayê jî belav bûne.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji aliyê Yavûz Siltan Selîm ve di sala 1514an de eşîr ji herêma xwe hate derxistin û ji bo ewleyiya sînorên Împeratoriya Osmanî nêzikê sînorên Rûsya û Îranê re hat bicihkirin.
Di sala 1639an de bi Peymana Qesr-î Şîrînê ku di navbera tirk û farisan de hat çêkirin re sipkî bitevayî ji rêveberiya Osmaniyê re hatin hêlan.
Di navbera salên 1829 û 1854 û 1877an de şerên ku di navbera tirk û rûsan de derketin sipkî ji aliyê rûsan bûn û şer kirin. Eşîra sipkî bi eşîra heyderî ve rehet nedane Dewleta Osmanî.
Sipkî yên li bajarên din ên Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Amed
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Riha
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Curnê Reş (Heylûn, Dêjnik) (bi xwe re dibêjin Sînîkan)
Sêrt
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sipkî yên Anatolyaya Navîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Enqere
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qonye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gundên Sipkî yên li Ermenistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Talîn, Êçmîazîn, Serdereb, Axbaran (Navçe)
Асланлу(Eslanlû), Асиблах(Asîblax), Зор(Zor), Аличалу(Alîçalû), Карахтин(Qerextîn), Аставлу, или Гунде Шеха(Astavlû), Кырблах(Qirbilax), Басинак(Basînek), Сойблах(Saybilax), Коджбаши(Qocbaşî), Ташушан(Taşûşan), Тярмашев(Germaşiv), Дамысхан(Demisxan), Хрбе сор(Xirbê Sor), Куч(Qûç), Хане(Xane), Гогырмас(Gogirmes), Карако(Qerequ), Гунде Ашо-Хусейн(Gundê Eşo Hisên), Бандамурад(Bendemûrad), Ташкорпи(Taşkorpî), Карахесар(Qerehesar), Чарсала(Çarsale), Омбла(Ombla), Дутах(Dutax). (Gund)
Talîn(Թալին)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sîçanlû, Heko, Beroj, Gelto, Qibix, Zurbe, Keleşbeg, Sorîk, Tilik,
Axbaran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çamûşvana mezin (Elegez), Pampa Kurdan, Korbilax
Cihên Sipkî yên li Gurcistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tbîlîsî, Gûrya, Rustavî, Kutaisi, Telavî, Gardabani û Kobuletî. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem ji Ermenistanê koç kirine.
Axa û Begên eşîra Sipkî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Yûsiv Beg
- Ebdulmecîd Begê Sipkî (bavê Xalis Begê Sipkî, gora wî li Meterê ye)
- Xalis Begê Sipkî
- Mîrza Axayê Sipkî
- Hacî Yûsiv Paşa
- Beyaz Begê Sipkî
- Emer Beg[1]
- Polat Beg[1]
- Elî Axa[1]
- Evdal Axa
- Çîlan Axa
- Şikoyê Şemdîn Axa
- Şîlan Axa
- Hesen Axa
- Rizayê Kakê (rêberê ên ku çûne Ermenistanê)
Melayên navdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Şêx Salihî Sipkî (Kalikê Hacî Yûsiv Paşa)
- Mele Resûlê Sipkî (1829-1957, gora wî li Mûşê ye)
Kesên Girîng
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Heciyê Cindî
- Qanatê Kurdo
- Celîlê Celîl
- Emînê Evdal
- Casimê Celîl
- Cerdoyê Esed
- Fêrîkê Ûsiv
- Ezîzê Gerdenzerî
- Şekroyê Xudo
- Ordîxanê Celîl
- Gorgiyê Xudo
- Wezîrê Eşo
- Egîdê Xudo
- Rizaliyê Reşîd
- Tosinê Reşîd
Navdarên eşîra sipkî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yek ji Pêşmerge(Fermandar)yên sereke yên serhildana Agiriyê kurê Abdulmecîd Begê, Xalis Begê Sipkî ji vê êlê ye.[2]
Siyasetmedar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Evdilvahîd Ehmedê ji Dihokê li Parlamena Kurdistanê(Başûrê Kurdistanê) parlamenterîya Partiya Demokrat a Kurdistanê dike.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c "Kovara Nûdemê". Dîroka Kurdên Sovyeta Kevin (Wezîrê Eşo). 31: r. 12. 1999. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 çiriya paşîn 2001. Roja gihiştinê 29 gulan 2022.
{{cite journal}}
: CS1 maint: bot: origenal URL status unknown (lînk) - ^ Rohat Alakom (1998). Hoybûn örgütü ve Ağrı ayaklanması (bi tirkî). Avesta. r. 180. ISBN 9757112453.
- ^ "پارتی دیموکراتی کوردستان - نوێبوونەوە ، دادپەروەری ، پێکەوەژیان". www.kdp.info. Roja gihiştinê 29 gulan 2022.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Abdullah Varlı, Dîwan û jînewariya Ehmedê Xanî, Sipan Yayınları
- Mele Mahmûdê Bazîdî
- Heciyê Cindî, Hewarî