Şeyhmus Dağtekin
Şeyhmus Dağtekin | |
---|---|
Pîşe | Nivîskar, helbestvan |
Zimanê nivîsinê | fransî, tirkî |
Netewe | Kurd |
Hevwelatî | Fransa |
biguhêre |
Şeyhmus Dağtekin an jî Seyxmus Dagtekin (jdb. 1964 li Semsûrê) helbestvan û nivîskarekî kurd e.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şeyhmus Dagtekin di sala 1964an de gundê Harûn s bi ser bajarê Semsûr ê hatiye dinê. Malbata Dagtekin bi eslê xwe ji Amedê ye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Semsûrê xwendiye. Piştê qedandina dibistana navîn Zanîngeha Enqerê qezenç dike û dibistana bilind a Çapemenî û Weşanê ku girêdayî Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqerê ye qedandiye. Piştê perwerdeya xwe yê zanîngehê di sala 1987an de diçe Fransayê jiyan û xebatên xwe yê nivîskariyê li Parîsê berdewam dike. Şêxmûs Dağtekin Helbestên xwe bi fransî, tirkî û kurdî nivîsiye ku şeş pirtûkên helbestê û romaneke bi zimanê fransî ye. Pirtûka yekem bi zimanê tirkî di sala 1992an de bi weşanxaneya Elvan ku ji hêla İhsan Işık ve hatibû çapkirin û derketiye.[1]
Pirtûka helbesta xwe ya dawî (bi fransî) "Juste un pont sans feu" xelata Théophile Gautier di sala 2008an de wergirtiye. Dağtekin ku xelata xwe li akademiya fransî bi merasîmek ku navên naskirî yên edebiyata cîhanî beşdar bibû, xelata xwe qebûl kiriye.
Li gel hatina xwe ya Fransayê, di temenê 22 saliya xwe de fêrê zimanê fransî bûye. Dağtekin bi vî zimanî helbestên mezin nivîsand, têgeh û vegotinên nû anî ser zimanê fransî. Wek helbestvanên navdar ên li Fransa, Gerard de Nerval û Arturd Rimbaud. Di heman demê de ji bo karanîna zimanê fransî yê jêhatî, pirtûka helbestê ya bi navê "A Bridge" ku ji hêla helbestvanê ciwan ê ji nû ve kûrahiyek nû, bi nav û deng û muzîka nû ve hate xelat kirin. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Firansî Le Castor Astral ve li Fransayê hatiye weşandin.
Dağtekin ku şeş pirtûkên helbestê û romanek bi fransî çap kiriye, di heman demê de ji bo pirtûkên xwe yên bi fransî "Juste un pont sans feu - Just a Bridge Bustless", xelata helbesta Mallermé jî ku xelata herî girîng a helbesta a zimanê fransî ye, di sala 2007an de bi wergirtiye.
Dağtekin bi pirtûka xwe bi navê "Les chemins du nocturne - Rêyên Tarî", xelata Navneteweyî ya Yvan Goll Poestry wergirt, di sal 2004an de xelata 5 Parzemin a taybetî ya Fransî wergirtibû.[1]
Pirtûkên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Sortir de l'abîme, manifeste, Le Castor astral (2018)
- A l'ouest des ombres, Le Castor astral (2016)
- Élégies pour ma mère, Le Castor astral (2013)
- To the Spring, by Night, MQUP (2013)
- Ma maison de guerre, Le Castor astral (2011)
- Au fond de ma barque, L'Idée bleue (2008)
- Juste un pont sans feu, Le Castor astral (2007)
- La langue mordue, Le Castor astral - Écrits des Forges (2005)
- À la source, la nuit, Robert Laffont (2004)
- Couleurs démêlées du ciel, Le Castor Astral - Écrits des Forges (2003)
- Le verbe temps, Le Castor Astral - Écrits des Forges (2001)
- Les chemins du nocturne, Le Castor Astral (2000)
- Artères-solaires, L'Harmattan (1997)
- Aşkın Yalın Hali, helbest, Wêşanên Ünlem, (1992)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Şeyhmus Dağtekin". www.biyografya.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 nîsan 2020.