Content-Length: 127201 | pFad | http://ku.wikipedia.org/wiki/Ebdulbaq%C3%AE_Huseyn%C3%AE

Ebdulbaqî Huseynî - Wîkîpediya Here naverokê

Ebdulbaqî Huseynî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ebdulbaqî Huseynî (bi tîpguhêziya latînî ji erebî: Abdulbaqi Hussaini), nivîskarekî kurd e ku di sala 1961ê de li Qamişloka binxetê hatiye dinyayê.

Huseynî xwendina xwe a sereke, navîn û lîse li Qamişlokê xwendiye.[1]

Pişê li Zanîngeha Şamê di navbera salên 19791985an de xwendina xwe di fakulteya çandiniyê de wek endezyarê çandiniyê xelas kir.

Jiyana wî li Norwêcê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji sala 1999an û vir ve li Norwêcê dijî. Di sala 2006-2009 mastera xwe di warê duristkirina Stadyoên Golf de ji Zanîngeha Osloyê wergirt.[çavkanî hewce ye]

Çîrokên mîran, pirtûkeke folklorî ye ku ji 20 çîrokan pêk tê. Di sala 1991ê de li Beyrûdê çap kiriye.

Berpirsyariya kovarên kurdî Gurzek Gul (19891991) û Zanîn (19911997) dikir.

Ji sala 2011 ve serokê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (HNRKS) ye. Berpirsê beşê kurdî yê rojnameya (Pênûsa Nû) bû.

Hin berhemên wî li ber çapê ne.[çavkanî hewce ye]

Ew niha gotarên xwe bi zimanên kurdî û erebî di rojname, kovar û malperên Înternetê de belav dike.[çavkanî hewce ye]










ApplySandwichStrip

pFad - (p)hone/(F)rame/(a)nonymizer/(d)eclutterfier!      Saves Data!


--- a PPN by Garber Painting Akron. With Image Size Reduction included!

Fetched URL: http://ku.wikipedia.org/wiki/Ebdulbaq%C3%AE_Huseyn%C3%AE

Alternative Proxies:

Alternative Proxy

pFad Proxy

pFad v3 Proxy

pFad v4 Proxy