Here naverokê

12ê adarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
<< Adar 2024 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31
Rojên salê
  • 1904 – Yekemîn xeta bi elektrîk a trênê li Îngilistanê dest bi xebatê kir.
  • 1918 – Bajarê Moskowê bû paytexta Rûsyayê.
  • 1930 – Serokê efsanewî yê Hindistanê Mahatma Gandhi, dest bi meşa xwe ya navdar ya bi navê Meşa Xwê kir. Meşa wî 350 kîlometer e bû û 24 rojan berdewam kir, bi hezaran hindî beşdar bûn.
  • 1938 – Hêzên Almanyaya Nazî welatê Awistriyayê dagir kirin.
  • 1965 – Karkerên kargeha Kozlu, Karadon, Gelîk û Kîlîmliyê ji bo şermezarkirina bê adaletiya di belavkirinê de ya Karxaneya Komirê ya Tirkiyê (TKÎ) daneketin ser kar. Li ser vê yekê polis Tirk gule bera ser karkeran da; 2 kar mirin, 50 karker birîndarbûn.
  • 1971Hafiz Esad bû serokdewletê Sûriyê.
  • 1971 – Li Tirkiyeyê artêşê darbeyeke leşkerî pêkanî û dest danî ser rêvebiriyê. Di derbeyê de bi hezaran kes hatin girtin û gelek kes hatin bi darvekirin. Di wê demê de serokwezîrê hikûmetê Süleyman Demirel bû. Di heman rojê de Süleyman Demirel îstîfa kir.
  • 1977 – Ji sedema tawanbarkirina komunîzm û kurdparêziyê sosyalîstê tirk, Taner Akçam, ê di girtîgehê de, reviya.
  • 1979 – Di salvegera darbeya leşkerî de xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Xwepêşandanên li Enqere û Izmîrê rastî êrîşa polêsan hatin. Li Akhîsarê di navbêra komên çep û polêsan de jî şer derket. Li vî şerî de polêsek mir, 25 kes jî hatin binçavkirin.
  • 1993 – Li bajarê Hindistan, Bombayê di encama êrîşeke bombeyî de 317 kes mirin.
  • 1995 – Li Stenbolê gelê taxa Gazî û Ûmraniyê li hemberî êrîşeke hêzên tarî raperîn pêk anîn. Di raperînê de bi destê hêzên dewletê 27 kes hatin kuştin. Bûyer heta 17ê adarê dom kirin.
  • 1999 – Dewletên Çekya, Mecaristan û Polonyayê tevlî NATO'yê bûn.

Cejn û salveger

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Li Tirkiyê darbeya leşkerî hate lidarxistin.

pFad - Phonifier reborn

Pfad - The Proxy pFad of © 2024 Garber Painting. All rights reserved.

Note: This service is not intended for secure transactions such as banking, social media, email, or purchasing. Use at your own risk. We assume no liability whatsoever for broken pages.


Alternative Proxies:

Alternative Proxy

pFad Proxy

pFad v3 Proxy

pFad v4 Proxy