Here naverokê

Dûvmeqesk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hechecik, dûvmeqesk
Dûvmeqesk
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Passeriformes
Famîle: Hirundinidae
Vigors, 1825
Cinsên ku li Kurdistanê tên dîtin:

Hechecik, meqesok, an dûvmeqesk (Hirundinidae), famîleyekî fîkaran e. Ew xweşfir in û bi piranî li hewayê dimînin. Meşa li erdê ji bo wan zehmet e, loma jî ew hêlînên xwe li ciyên bilind an jî di siryaxên xaniyan de çêdikin. Gelek caran dûvmeqesk ref bi ref dijîn.

Belavbûn û jîngeh

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarina dûvmeqeskan mêş û megez in. Dûvmeqesk li payîzê paşîn koçî Afrîkayê dikin.

Îro famîleya hechecikan di du binefamîleyan de dihêne parvekirin:

  • Hechecikên çemî (Pseudochelidoninae), ev hechecikên çemî yên efrîqî û taylendî ne.
  • Hechecik an dûvmeqesk (Hirundinidae), ev hechecikên din in.

Li Kurdistanê ji bo cureyên dûvmeqesk û hechecik gellek navên cuda hene, çend ji wan ev in:

  • Çoleke
  • Dûmeqesk
  • Hecîreşk
  • Hechecok
  • Meqesok
  • Pîlsteng
  • Qerneqûçik
  • Perresêlke (bi soranî)
  • Perresilêreke (bi soranî)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
pFad - Phonifier reborn

Pfad - The Proxy pFad of © 2024 Garber Painting. All rights reserved.

Note: This service is not intended for secure transactions such as banking, social media, email, or purchasing. Use at your own risk. We assume no liability whatsoever for broken pages.


Alternative Proxies:

Alternative Proxy

pFad Proxy

pFad v3 Proxy

pFad v4 Proxy