Here naverokê

Harold Holt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Harold Holt
Portreya Harold Holt, sal 1964
Xelat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Harold Edward Holt (jdb. 5ê tebaxê 1908ê li Sîdney, m. belkî 17ê berfanbarê 1967ê) siyasetmedarekî Awistralyayê û 17emîn serokwezîrê welat bû ji 22ê rêbendanê 1966ê heta 17ê berfanbarê 1967. Ew îro ji ber şert û mercên mirina xwe di bîra mirovan de ma.[1]

Holt di sala 1935ê de ji bo Partiya Yekgirtî ya Awistrralyayê ji bo Meclîsa Nûneran hate hilbijartin. Di 27 saliya xwe de, ew yek ji endamên herî ciwan bû. Di sala 1940ê de bêyî ku dev ji kursiyê xwe berde tevlî artêşê bû. Demek şûnda bû Wezîrê Kar û paşnavê "Gunner Holt" wergirt. Ji sala 1945ê ew endamê Partiya Lîberal bû.

Ew di sala 1947ê de ew bi Zara Fell, sêwirînerek modayê re zewicî û sê zarokên wê kir ewlad (adopte kir?). Piştî heşt salan di muxalefetê de, ew di sala 1949ê de dîsa bû wezîr û bernameya koçberiyê berfireh kir. Piştî 30 salan li meclîsê, di sala 1966ê de bû serokwezîr.

Pêşengê Holt Robert Menzies leşkerên Awistralyayê şandibû Şerê Viyetnamê. Wî di şerê li Vîetnamê de piştgirî da DYAyê, ku li Awistralyayê bû sedema nerazîbûnan.

Di 17ê kanûna pêşîna 1967ê de, serokwezîrê Awistralyayê Harold Holt winda bû, dema ku li Cheviot Beach li nêzî Melbourne melevaniyê dikir, û careke din nehat dîtin. Komîteya lêkolînê diyar kir, ku îhtîmal heye ku ketiye nav herikîneke bihêz. Holt di 19ê kanûna pêşîn de mirî hat ragihandin, her çend laşê wî qet nehate dîtin.[2][3] Gelek gotegotên xwekuştin, suîkast an mirinek sexte belav bûn, di nav de teoriyên ku ew ji hêla CIAyê an jî keştiyek binê avê ve hatî revandin. Ji bo bîranîna wî, stasyonek radyoya deryayî û hewzek awistralyayî li wî hate binavkirin, û hêzên deryayî yên Amerîkî navê firgatek ji Beşa Knox kirin USS Harold E. Holt.[4]

  1. ^ deutschlandfunk.de (13 kanûna paşîn 2018). "Mysteriöser Fall in Australien vor 50 Jahren - Wie verschwand Premierminister Harold Holt?". Deutschlandfunk (bi almanî). Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2024.
  2. ^ "ABC News - Trusted Source of Latest News & Headlines". www.abc.net.au (bi Australian English). 17 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2024.
  3. ^ "Harold E. Holt: Der Premierminister, der für immer im Meer verschwand - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2024.
  4. ^ "Mementos for http://www.stonnington.vic.gov.au/Discover/Harold-Holt-Swim-Centre/History-of-Harold-Holt-Swim-Centre around 2010-01-01: http://mementoweb.org/list/20151213091954/http://www.stonnington.vic.gov.au/Discover/Harold-Holt-Swim-Centre/History-of-Harold-Holt-Swim-Centre #memento -". timetravel.mementoweb.org. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2024. {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
pFad - Phonifier reborn

Pfad - The Proxy pFad of © 2024 Garber Painting. All rights reserved.

Note: This service is not intended for secure transactions such as banking, social media, email, or purchasing. Use at your own risk. We assume no liability whatsoever for broken pages.


Alternative Proxies:

Alternative Proxy

pFad Proxy

pFad v3 Proxy

pFad v4 Proxy